image

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê serdana yekîneyên leşkerî kir û li wir daxuyaniyên girîng dan.

Akar di axaftina xwe de bal kişand ser Şingal, Qendîl û Mexmûrê û got, “Armanca me ew e ku ji bo paqijkirina wan deveran em bi birayên Iraqê re hevkariya xwe zêde bikin û hem welatê xwe hem jî war ji belaya terorê rizgar bikin.”

Li ser operasyona artêşa Tirkiyê ya di nav xaka Herêma Kurdistanê de li dijî PKKê dewam dike jî Akar diyar kir ku ew rêzê li serwerî û yekparçebûna axa hemû cîranan digirin û operasyonên wan di wê çarçoveyê de berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama operasyona artêşa Tirkiyê ya ji dawiya meha Nîsanê ve li dijî PKKê li herêma Kurdistanê berdewam dike de, artêşa Tirkiyê zêdetirî 30 kîlometreyan ketiye hûndir û li hin deveran jî bi rêya bejahî leşker danîne.