image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, li ser platforma X a medya civakî Serokomariya Tirkiyeyê etîket kir û got, “Dibe ku hûn terorîstên Hemasê yên ji Xezzeyê reviyane li welatê xwe vedihewînin.”

Cohen herwiha diyar kir, “Wê piştî rojekê li Xezzeyê rêxistina terorê Hemas-DAIŞ nemîne. Ji bo ewlehiya Îsraîlê û gelî herêmê emê Xezzeyê ji Hemasê rizgar bikin.”

Gazze'den kaçan Hamas teröristlerini ülkenizde ağırlayabilirsiniz” dedi. Türkiye Dışişleri Bakanlığı Sözcüsü Keçeli, "İşgalci bir gücün, sivil nüfusa yönelik hunharca saldırıları hiçbir şekilde meşru müdafaa olarak kabul edilemez" sözeleri ile yanıt verdi.

Berdevkê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî bersiva peyama Cohen a li ser medya civakî da û got, bi tunekirina azadiya filîstîniyan û çewisandina wan, dê Îsraîl zêdetir rastî berxwedanê bê û diyar kir: “Êrîşên xedar ên hêza dagirker a Îsraîlê li dijî nifûsa sivîl bi ti awayî wekî xweparastina rewa nayê qebûlkirin.”