
PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borell derbarê, agirbesta navbera Îsraîl û Tevgera Cîhana Îslamî ya Filîstînê li Xezeyê de, daxuyanî da.
Borell li ser agirbesta ku piştî êrîş û operasyonên 3 rojan şeva borî li demjimêr 23:30 dest pê kiriye got, “Wê agirbest li Xeze û derdora wê tundiyê bidawî bike.”
Di daxuyaniya ji aliyê ofîsa Josep Borell ve hatiye belavkirin de, pesnê rola Misirê di agirbestê de hat kirin û ji bo kuştiyên sivîl jî banga lêpirsîneke berfireh hat kirin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres jî kêfxweşiya xwe bo agirbestê anîbû ziman û banga, çareseriyeke domdar a encama gotûbêjên bi aliyan re kiribû.
Herwiha Serokê Amerîkayê Joe Biden jî di daxuyaniya bo agirbestê de, daxwaz kiriye ku hemû alî li gorî agirbestê tevbigerin.
Di êrîşên 5ê Tebaxê li ser Xezeyê û baregehên Cîhada Îslamî hatibûn destpêkirin de, 44 kes hatibûn kuştin û 360 kes jî birîndar bûbûn. Zêdetirî 400 moşek jî bi ser Îsraîlê de hatibûn avêtin.
Artêşa Îsraîlê piştî êrîşan ragihandibû ku serkirdayetiya Tevgera Cîhada Îslamî hatiye bêbandorkirin.