
PeyamaKurd – Piştî şerê Ermenistan û Azerbeycanê yê li ser Qarabaxê jimara Ermeniyên ku ji Qarabaxê derketin ji 100 hezarî derbas bû. Konwoyên kesên ku terka Qarabaxê dikin, di ser korîdora ku Azerbeycanê vekiriye de diçin û dikevin nav Ermenistanê.
Tê gotin ku 4/5 ên Ermeniyan terka Qarabaxê kirine. Berdevkê serokwezîrê Ermenistanê yê Nikol Paşinyan, Nazeli Baghdasaryan di civîna çapemeniyê de ragihand ku jimara Ermeniyan li Qarabaxê 120 hezar bû û ji wan 100.417 kes terka Qarabaxê kirine û gihane Ermenistanê.