image

PeyamaKurd- Rayedarên ‘Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin’ piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ji bo keça Kurd Jîna Emînî dewam dikin, ragihand.

Piştî kuştina keça Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî, xwepêşandanên li bajarên Rojhilat û Îranê dewam dikin.

Li Tirkiyeyê jî Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin, piştgiriya xwe ji bo van xwepêşandanan ragihand û eşkere kirin ku ew ê jî xwepêşandanên xwe yên li ser vê bûyerê berdewam bikin.

Platforma ku di rojên borî de li Stenbolê li ber Konsulxaneya Îranê xwepêşandan li dar xistin, da zanîn ku ew ê li ser vê helwesta xwe berdewam bin.

Yek ji Nûnerê Platformê Malîk Onder li ser mijarê ragihand ku “Îro û ligel berfirehbûna çalakiyan, em dibînin ku ne tenê li dijî hîcaba neçarî, li dijî melayan û ferzkirina şerîetê, jin xebatê dikin.

Bêguman wateyeke vê ya girîng û mezin ji bo hemû erdnîgariya Rojhilata Navîn heye.”

Her wiha lêkolînera Navenda Omranê Seba Abdullatîf jî diyar kir û got ku “Di demên berê de xwepêşandan ji bo başkirina rewşa aborî, nehiştina guşarên emnî û siyasî dihatin kirin, lê belê ev car gelek cuda ye.

Rewşeke civakî, bû sedem ku teqîna nerazîbûnan û destpêkirina xwepêşandanan ji aliyê gelên Îranê ve dest pê bike.”

Jîna Emînî, 16ê Îlonê piştî desteserkirina ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi hinceta ku pêbendê yasaya hîcabê ya Îranê nebûye, bi rêya êşkenceyê hatibû kuştin û ji ber nerazîbûna vê kuştinê, xwepêşandan hatibûn destpêkirin.