image

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, di civînekê ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî de, peyameke tund da Îranê û Heşda Şeibî ku hêzên Amerîkî li Iraqê rûbirûyî êrîşên wan dibin.

Piştî civîna 26ê Tîrmehê ya Biden û Kazimî li Koşka Spî, Ajans Pressê naveroka 2 têbîniyên di destê Joe Biden de eşkere kir. Li gorî ajansê Joe Biden bi qestî ew herdu peyam ji kamereyan re nîşan dane.

Di wan nivîsên di destê Joe Biden de ku li ser kaxezekê nîşanî kamerayan daye de wiha tê gotin: “- Amadekariyên Amerîka ji bo bersivdana wan êrîşên li Iraqê ku ji aliye Heşda Şeibî ve têne encam dan bi ser hêz û berjewendiyên Amerîkayê de. - Rêgirtina êrîşên Heşda Şeibî ji bo ser berjewendiyên Amerîka yên Îranê û tawanbarkirina wî welatî bi awayekî neyekser û piştgiriya wî welatî li wan milîsan û êrîşên wan.”

Li gorî nirxandinên medya Amerîkî, ew peyamên Joe Biden ji bo Îranê û Heşda Şeibî gelekî tund in û wê Amerîka li hember wan êrîşan bêdeng nemîne.