image

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, îro 29ê Hezîranê beriya destpêkirina Lûtkeya NATOyê li paytexta Îspanya Madrîdê ragihand, ew ê hebûna hêzên xwe yên li Ewropayê zêde bikin û li Polonyayê jî biryargeheke mayînde ava bikin.

Biden herwiha da xuyakirin ku ew dê li Romanyayê jî yekîneya leşkerî ya hicûmê bixin rewşa amadebaşiyê.

Serokê Amerîkayê Biden herwiha li ser beşdarbûna NATO ya Fînlandiya û Swêd jî destnîşan kir ku ew îro îlan dike: "Her du welat dev ji bêlayeniyê berdidin û biryara beşdarbûna NATOyê didin, ev dê hevpeymaniya me hîn bihêztir bike.”

Biden da zanîn ku wê Pûtîn vê yerêziya wan û NATObûna Ewropayê bibîne û ya ku ji bo ewlehiya Ewropayê bê kirin jî ev e.