image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn roja Sêşemê li ser zêdebûna nakokîya ser sînorê Rûsya û Ukraynayê dicivin.

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand, gotûbêja li ser kêşeya Ûkraynayê êvara  roja Sêşemê pêk tê.

Koşka Spî jî di daxuyaniyekê de ev hevdîtin piştrast kir û eşkere kir, Serok Biden dê roja Sêşemê, 7ê Kanûna 2021an, pêwendiyeke vîdyoyî digel Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêk bîne.

Her du serok dê li ser gelek mijarên têkiliyên Amerîka û Rûsyayê gotûbêjan bikin, di nav de aramîya stratejîk, pirsgirêkên sîber/înternetê û yên herêmî.  

Joe Biden dê balê bikişîne ser nîgeranîyên Amerîkayê yên ser çalakiyên leşkerî yên Rûsyayê ser sînorê Ukraynayê û piştgirîya Amerîkayê ji bo serwerî û yekîtîya axa Ukraynayê dubare bike.

Biden roja Înê ji rojnamevanan re dabû xuyakirin ku ew çend destpêşxerîyan diafirîne ku dê ji bo Rûsyayê "pir, pir dijwar" be ku alozîyan ser sînorê Ukraynayê zêde bike, cihê ku Moskowa bi hefteyane liv û tevgera leşkerî zêde dike.