image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Boris Johnson di mijara Ûkrayna de hişyariyê da serokê Rûsyayê Vladimir Putin û weha got:

“Eger Putin rêya xwînrêtinê bibjêre, wê Ûkraynayî bi tundî diberxwe bidin. Dîrok vêya nîşan dide. Di sala 2014 an de Ûkraynayiyên ku welatê xwe diparastin, wê bi awayekî xwurttir bi şiyanên xwe yên pêşxistî yên şer, şerê xwe bikin. Eger rûsya rêya şer bibjêre, wê gelek kurên dêyên Rûsan danegerin malên xwe”

Boris Johnson, axaftina xwe di parlementoya Îngîltere de kir û got eger Rûsya Ûkraynayê îşxal bike, NATO amadeye ku leşker bişîne.

Li ser van ragihandinên dawiyê, 20 keştiyên şer ji axa Rûsyayê ji Kaliningrad ê veqetiyan û çûn derya Baltikê. Televîzyona artêşê ya Rûsyayê Zvezda, ragihand ku di nav filoya keştiyan de keştiyên nesla nû yên Stoikiy û Soobrazitelny hene û ji bo tetbîqatê ji baregehên xwe derketine.