image

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind yê Têkiliyên Derve û Siyaseta Ewlehiyê ya Yekîtiya Awrûpayê Josep Borell ragihand ku di vê hefteyê de, di zîrweya Lîderên Awrûpa de, ne bende ne ku bi hûrayî li ser têkiliyên Tirkiyê û YA yê rawestin. Borrell, li Luksemburgê di dawiya civîna wezîrên karên derve ya YA yê de agahiyan da.

Berya zîrweya di 24-15 ê hezîranê de ya lîderên Awrûpayê, bi wezîrân re li ser Belarûs, Lubnan, Iraq, Latîn Amerîka û Tirkiyê axifîne û bibîrxist ku hefteya borî li bajarê Tirkiyê li Antalya bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu re axifiye. Bi Çavuşoğlu re li ser Kibrisê, li ser amadebûyîna arîşeyên navbera Tirkiyê û YA yê axifîne û di zîrwa lîderan de dê bên nirxandin.

Borell got ku dê mijara wan bêhtir li ser Rûsya be.