image

PeyamaKurd – Nûnerê Bilind yê Pêwendiyên Karûbarên Derve û Sîyaseta Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borrell destnîşan kir, Rûsya li sînorên Ukrayna 150 hezar leşker bi cîh kirine.

Josep Borrell, piştî civîna onlayn ya bi Wezîrên Karûbarên Derve yên YE diyar kir, di civînê de li ser helwesta Rûsya bi berfirehî peyivîne.

Borrel da zanîn: ‘‘Rûsya kelûpelên leşkerî yên ji her cûreyî, maşîneyan û nexweşxaneyên mobîl dibe sînor. Ew rewş bi awayekî eşkere fikaran çêdike.’’

Borrel herwiha destnîşan kir, gava ewqas leşker li cîhekî kom bibin gumana çêbûna alozîyekê gurtir dibe.

Nûnerê YE eşkere kir, ew piştgiriya yekîtîya axa Ukrayna û serweriya wê dikin û bang li Rûsya kir, da ku girjiyê kêmtir bike.

Girjiya di navbera Rûsya û Ukrayna de ji 2014an vir ve berdewam dike û li gor raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) di pevçûnan de heta niha ji13 hezarî zêdetir kes hatine kuştin.