image

PeyamaKurd – Piştî ku doh 3yê Hezîranê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, kabîneya xwe ya nû ya hikûmetê eşkere kir, hat ragihandin ku yekem civîna kabîneyê 6ê Hezîranê tê lidarxistin.

Di kabîneya nû ya Hikûmeta Tirkiyê de, du Kurd weke wezîr hatine peywirdarkirin. Yek ji wan Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek ji bajarê Batmanê ye, Cîgirê Serokomar Cevdet Yilmaz jî ji bajarê Çewligê ye ku herdu jî wekî wezîrên herî girîng ên kabîneyê ne.

Îro Yekşemê di navbera cîgirên berê û wezîrên berê û yên nû de merasîmên radestkirina peywirê pêk tên û piştre jî endamên nû yên kabîneyê li Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê sond dixwin û dest bi kar dikin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku yekem civîna kabîneya nû roja Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an tê lidarxistin.

Wezîrên kabîneya nû ya Erdogan ev in:

Cîgirê Serokomarê Tirkiyê: Cevdet Yilmaz

Wezareta Dadê yê Tirkiyê: Yilmaz Tunc

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî: Mahinur Ozdemir Goktaş

Wezareta Kar û Ewlekariya Civakî: Vedat Işikhan

Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê: Mehmet Ozhasekî

Wezareta Derve: Hakan Fidan

Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî: Alparslan Bayraktar

Wezareta Ciwanan û Werzişê: Osman Aşkin Bak

Wezareta Xezîne û Darayî:  Mehmet Şîmşek

Wezareta Navxweyî: Alî Yerlîkaya

Wezareta Çand û Geştyariyê:  Mehmet Nûrî Ersoy

Wezareta Perwerdehiyê: Yusuf Tekin

Wezareta Berevaniyê: Yaşar Guler

Wezareta Tenduristiyê: Fahrettin Koca

Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê: Mehmet Fatih Kacir

Wezareta Çandinî û Daristanan: Îbrahîm Yumaklî

Wezareta Bazirganiyê:  Omer Bolat

Wezareta Gihandin û Binesaziyê: Abdulkadir Uraloglu