image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê û aliyên şîe yên Iraqê li ser şewitandina konsolxaneya Îranê û du pirsên din ên pêwendiya xwe bi welat ve heye dicivin.

Malpera Şefeq News bi zimanî çavkaniyekî agahdar ragihandiye ku civîn di dawiya vê heftiyê ango wan yek du rojan de dê birêve biçe.

Hat diyarkirin ku wê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û aliyên erebên şîe sê mijaran guftûgo bikin ku yek ji wan; bûyerên Kerbela (Kuştina çalakvanekî û şewitandina konsolxaneya Îranê.), ya din vegera diyardeya kuştin û teror kirina çalakvanên Iraqî û amadekariyên hikûmetê bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê ye ku biryare 10ê Cotmeha îsal bêne kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî kuştina çalakvanê sivîl Îhab Elweznî li pêş mala xwe ya li Kerbelayê xwepêşanderên Kerbela çûn pêşiya konsolxaneya Îranê ya li bajar û beşek ji wê şewitandibûn.

Herwiha li parêzgeha Dîwaniye jî gule li peyamnêrê kanala Firat Ehmed Hesen hatibû berdan û bi giranî birîndar bûbû.