image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî ragihand ku ew kesên berya cejnê Bexdayê kirin gola xwînê û 35 kesan kuştin, hatin desteserkirin. Serokwezîr Kazimî ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de kir. Di ser hesabê xwe de got ku li Bexdayê, ber destê cejnê ew kesên ku bazarê kirin gol a xwînê, yê bûyerê plan kiriye û yên ku qetlîamê kirine hatine desteserkirin.

Kazimî got ku grûba terorîst ya ku hatiye girtin dê bê darizandin.

Li bazara Bexdayê ya ku piraniya xelkê wê Şîa ye, kesekî bombeyên ser xwe teqandibû û 35 kes miribûn, 61 kes birîndar bûbûn. Li ser bûyerê serokwezîr Musfata Kazimî fermandarê berpirsê herêmê binçav kiribû û li ser bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin.

Rêxistina terorîst IŞİD bûyerê girtibû ser xwe.