image

PeyamaKurd – Serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu, di14-16 ê berfanbarê de wê seredana Almanya bike. Seredana Kılıçdaroğlu wê 3 roj dewam bike û di seredanê de wê serşêwirmendê wî Jeremy Rifkin pê re be. Ji bilî Rifkin wê cîgirê wî û hem berdevkê CHP ê Faik Öztrak, sekretera giştî Selin Sayek Böke û parlementerê Îstenbolê Yunus Emre bi Kılıçdaroğlu re herin Almanya.

Li bajarê Berlina Almanyayê wê Kılıçdaroğlu bi şîrketên k udi warê 4.0 yê endüstriyel de veberhênanê dikin hevdîtinan bike û dibe seredana zankoyê bike. Lê nehat ragihandin bê seredana kîjan zankoye.