image

PeyamaKurd – Êrîşa ku li Pakistanê çêbû û di mizgeftê de bombe teqandin û bûn sedema mirina 100 kesan û di ser 221 kesan jî birîndar bûn, êrîşker cilên polîs li xwe kiriye û ketiye devera ku polîs lê ne. Mizgeft bi xwe li devera polîs lê ne û piraniya mirî û birîndaran jî polîs bûn.

Li ser bûyerê rêvebirê asayîşa Hayberê Muazzam Jah Ensarî ragihand ku temamê dîmenên di kamerayan de temaşe kirine, kesê bombe xistiye mizgeftê cilê polîsan li xwe kiriye û di deriyê pêş yê mizgeftê de ketiye hundirê mizgeftê. Li ciyê bûyerê serê êrîşker hatiye dîtin û ji ber polîs texmîn kiriye ku êrîşker yek ji polîsa ye, zêde bala xwe nedanê û Ensarî weha got:

“Ez qebûl dikim ku ev qelsiyekî asayîşê ye. Mirovên min nikaribûn wî bidin rawestandin. Ev xeta min e. Êrîşker piştî ketiye derevrê pirsiye bê mixgeft li ku derê ye. Giraniya bombe li dora 10-12 kîloya ye, TNT ye, xara jî xistiye navê, bi serê xwe nîne û li pey wî torekî mezin heye.”