image

PeyamaKurd - Keştiya USS Montery a Amerîkayê li deryaya Ereb dest danî ser keştiyekê ku tê de barê çekan hebû ku piraniya wan çekan jî yên rûsî û çînî bûn.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand, Keştiya USS Montery dest daniye ser barekî çekên ne yasayî di avên navdewletî yên Deryaya Ereban de.

Hat diyarkirin ku bi dehan rokêtên dijî tankan yên Rûsî, bi hezaran demançeyên 56 yên Çînî, bi sedan topavêjên BKM, û sekoyên avêtina topan di wê keştiyê de bûn.

Hîn nehatiye zanîn ka ew çek ber bi ku ve û ji bo çi bûn.

Hêzên Deryayî yên Amerîkayê li wê herêmê ji bo keştî bazirganiya rewa pêk bînin û rê li ber çalakiyên neyasayî bigire û parastina nîzama bazirganiyê dewriyên rûtîn pêk tîne.