
PeyamaKurd – Namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu diyar kir, ew ê wek partiyên din biçin Partiya Memleket jî û got, “Hevalên me, wê ji bo serdanê serlêdanê bikin. Ger ew guncav bibînin, ez dixwazim di roja diyarkirî de biçim."
Kiliçdaroglu pirsên nivîskarê Sözcü Deniz Zeyrek bersivand.
Zeyrek di beşa têkildar a gotara xwe de wiha nivîsîbû:
Min ji Kiliçdaroglu jî pirsa namzediya Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce kir. Kiliçdaroglu got, "Ez ê jî wek partiyên din biçim Partiya Welat."
Herwiha got, hevdîtina bi HDPê re erênî bû. Kiliçdaroglu nêzîkatiya HDPê ya "eger em li ser prensîban li hev bikin, em piştgiriyê didin" û nûçeyên di çapemeniya hikûmetê de "Wê wezaretê bidin" bi bîr xist û destnîşan kir, HDP daxwazeke weke wezaretê nake.