
PeyamaKurd – Kêm rojekî hebe ku koçberên Afxanistanê di rêyên qaçax de derbasî terefê Tirkiyê nebin. Gelek carên ku qaçax derbasî Tirkiyê dibin, vîdeoyên xwe jî di ser medya civakî de balav dikin. Bikarênerekî Tiktokê li ser sînor dema wê derbasî Tirkiyê bibin videoya xwe belav kir û ket ser medyayê.
Niha di ser 5 milyonî de koçber li Tirkiyê hene û jimara koçberan ya herî zêde li gor Awrûpa û Rojhilata Navîn li Tirkiyê hene. Koçber bê pirsgirêk dikarin ji Afxanistanê dis er Îranê de derbasî sînorê Tirkiyê bibin.