
PeyamaKurd – Ji bo Serokê Koma Meclisa AK Partiyê Abdullah Guler hat hilbijartin.
Piştî ku navên di hilbijartinên 14ê Gulanê de weke parlamenterên heyama 28'an hatibûn hilbijartin roja berê li Meclîsê sond xwaribûn, komên partiyan ên meclîsê diyar bûn.
Koma Meclisê ya AK Partiyê jî îro hat eşkerekirin.
Abdullah Guler bû Serokê Koma AK Partiyê, Serokê Komîsyona Edaletê û Wekîlê Sêwasê.
Ji bo Alîkariya Serokê Koma Meclîsê Ozlem Zengîn, Emîn Akbaşoglû, Abdûlhamît Gul, Leyla Şahîn Usta û Bahadir Yenîşehîrlîoglû hatin hilbijartin.
Ji bilî Leyla Şahîn ku yek ji wan navên ketiye Rêveberiya Koma AK Partiyê, hemû parêzer in.