image

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê diyar kir,  ji 8 hezaran zêdetir kes wenda bûne.

Endamê Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan a Iraqê Zêdan Xelef Etwanî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Iraqî daye zanîn, komîsyona wan çendîn lêkolîn û raportên bi hevbeşiya bi lijneya navdewletî ya ji bo karûbarên wendabûyan amade kiriye û pêşkêşî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Şêwirmendê Asayîşa Netewî Qasim Erecî kirine, da ku ji bo wan raportan bişopînin.

Zêdan Xelef Etwanî destnîşan kir, heta niha komîsyonê 8 hezar û 164 giliyên li ser wendabûna kesan wergirtine û derketiye holê ku tenê 123 kes, fermana desteserkirinê derbarê wan de hebûye.