
PeyamaKurd – Endamên Kongreya Amerîkayê yên ji partiya demokrat û komarîparêz bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kirin ku siyaseta Sûriyê ji nû ve bide vejandin û rê li ber wan welatên erebî yên bi rejîma Esed re pêwendiyan asayî dikin bigire.
Kongreya Amerîkayê fişarê li serokê Amerîkayê Joe Biden dike ku stratejiyeke diyar li Sûriyê bimeşîne ligel firehbûna qada normelîzekirina têkiliyan bi Sûriyê re.
Komîteya Têkiliyên Derve ya kongreyê û senatoyê, nameyek ji Biden re nivîsand û tê de jê daxwaz kir ku rêveberiya Amerîkayê helwesta xwe ya li hember aloziya Sûriyê biguherîne.
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya kongresê Bob Menendez, rayedarên payebilind ên komarparêzan Jim Risch û Mick McCaul û Serokê Komîteya Karûbarên Derve Gregory Meeks bang li Biden kirin ku rêveberiya Amerîkayê siyaseta xwe ya Sûriyê biguherîne, vîna gelê Sûriyê nas bike û naskirina rejîma Esed ji aliyê civaka navdewletî ve jî red bike.
Herwiha rayedarên amerîkî metirsiyên xwe yên bo hewldanên hevalbendên ereb ên Amerîkayê anîn ziman ku têkiliyên fermî û ne fermî bi rejîma Esed re datînin û bang li Rêveberiya Amerîkayê kirin ku li her dewleteke ku hewl dide têkiliyan bi Esed re ji nû ve deyne re cezayan ferz bike û mijara vegera rejîma Esed a nav Komkara Erebî jî nayê qebûlkirin.