image

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî Jen Spaki ragihand ku bi sedema zêdebûna dijberiya navbera Washington û Moskovayê, balyozê Amerîkayê yê li Rûsyayê John Sullivan çûbû Washingtonê û dê di nêz de dagere Rûsyayê. Di civîna Koşka Sipî ya çapemeniyê de li ser pirsekî Jen Spakî weha ragihand:

“Sedema hatina Sullivan bo Washingtonê ew e ku seredana malbata xwe kir. Salekiye malbata xwe nediye. Wê Sullivan di heman wextê de bi hinek kesên rêvebiriya Biden yên nûh re hevdîtinan bike û di nêzde dagere Moskovayê.”

Li ser pirsa gelo wê Sullivan bi Biden re hevdîtin bike an na de, Psaki weha got:

“ Di bernama Biden de niha hevdîtineka weha tineye. Wê Sullivan bi tîma nû ya wezareta karên derve û bi tîma ewlehiyê re hevdîtinan bike.”