image

PeyamaKurd- Piştî banga seferberiya beşkî ya ku hefteya borî ji aliyê Rusyayê ve hatibû kirin û di qada giştî ya cîhanê de deng vedabû, îro daxuyaniyeke din jî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di wê bangê de hin xeletî hebûne.

Piştî daxuyaniya Rusyayê ya ku bala giştî ya cîhanê kişandibû, car din daxuyaniyeke li ser seferberiyê hat dayîn. Di daxuyaniya ku ji aliyê Kremlînê ve hat dayîn de hat gotin ku

“Di banga seferberiyê de hin xeletî hatin kirin. Ev xeletiyên di bangê de hatibûn kirin, dê bên sererastkirin.”

Li ser mijara ‘Gelo dê sînorên Rusyayê ji leşkerên ku reviyan re bên girtin yan na?’ jî hat ragihandin ku

“Di derbarê girtina sînoran de biryarek nehatiye dayîn.”

Piştî biryara Rusyayê ya seferbriya beşkî, gelek welatiyên Rus ber bi seferên asîmanî yên Stenbol û Êrîvanê ve çûbûn. Gelek kesên ku di balafiran de cih nedîtibûn jî berê xwe dabûn sînorê Finlandiyayê.