image

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Îstenbolê, kesekî di nav metrobusa ku ber bi taxa Avcılarê diçû, li devera Haramidere metrobusê rehîn girt. Kes nizane bê di metrobusê de kes heye an na lê polîs dixebite da kesê metrobusê rehîn girtiye razî bike da dev ji tevgera xwe berde.

Eger kesê metrobusê rehîn girtiye razî nebe, dê tîmên taybet operasyonê bikin û bo operasyonê amade ne. Ew kes bo çi metrobusê rehîn girtiye û daxwazên wî çi ne an derûniya çawaye kes nizane.