image

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li paytexta Misirê Qahîreyê ligel Serokomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî û piştre jî bi Wezîrê Derve yê Misirî Samih Şukrî re civiya.

Lavrov piştî hevdîtinan di civîna hevbeş a ligel hemkarê xwe Şukrî de, li ser pirsa ‘Hûn dayîna Tirkiyê ya balafirên bêmirov bo Ûkraynayê çawa dinirxînin?’ goot, "Moskowê hişyarîyê dide Tirkiye û welatên din ku nêzîkatiya milîtarîst a Ûkraynayê teşwîq nekin.”

Lavrov herwiha diyar kir ku Rûsya dixwaze Tirkiye jî di nav de, daxuyaniyên Kîevê baş analîz bikin û ew hişyarîyê didin wan ku daxuyaniyên milîtarîst ên Kîevê baş analîz bikin.