image

PeyamakKurd - Rojnameya Fransî Le Monde, li ser xwepêşandanên protestokirina rejîma Îranê raporek bi sernavê; “Serhildana ciwanan li Îranê tevî hemû destwerdana bi tunditîjiyê, berdewam e” belav kir.

Di rapora hejmara 27ê Îlonê ya rojnameya Le Monde de,  protestoyên li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên ev zêdetirî deh roj in piştî şehîdirina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin têne bibîrxistin û wiha tê gotin:

“Nabe ew tiştê ku li Îranê bi rê ve diçe, di asta xwepêşandanê de kêm bikin, li Îranê meşeke domdar, berfireh û giştî heye ku di vê mijarê de xelkê nerazî bersiva tunditîjiyên hêzên leşkerî bi tunditîjiyê didin, em êdî serhildanekê dibînin.”

Le Monde bal kişandiye ser keç û kurên ciwan ku bi çalakiyên cuda, bala kesên bi temen dikişînin ser kolanan ku karên wiha hêvîya ji bo paşeroja wan xwepêşandanan zêdetir dike.

Rojnameya Le Monde daye zanîn, ew protestoyên li Îranê bi rê ve diçin, binyata Komara Îslamiya Îranê lerizandiye û protestoyên jinan û ciwanên Îranê di dîroka Komara Îslamiya Îranê de bê mînak û gelek girîng e.