image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê li hemberê Rûsyayê qedexeyên bazirganî û bicîhanîna bihayê petrolê yê herî zêde teklif kir ku dibe paketa 8em ji bo deynin ser Rûsyayê. Teklîfa paketa dorpêçan ya 8 em ji aliyê seroka komisyona Awrûpayê Ursula von der Leyen û nûnerê herî bilind yê siyaseta ewlehiyê û karên derve yê YA yê Josep Borrell de hat kirin.

Ursula von der Leyen referandûma ku Rûsya li rojhilatê Ûkraynayê kir, referandûmê sexte binavkir û got ku wê îlhaqa axa Ukraynayê nasnekin, ji bo tehdîda Putin û seferberiya wî jî got ku dijberiyê zêdetir kirine.

Von der Leyen got ku ji ber van sedeman paketa dorpêçan ya 8 em ya Yekîtiya Awrûpayê ji bo ser Rûsyayê amade kiriye, wê teklîfê ji YA yê re bike û armanca wan qelskirina aboriya Rûsyayê. Di teklîfa Leyen de hinek nav û dezge hene ku divê dorpêçan deynin ser wan û ber li hinek xalên bazirganî û îtxalata petrolê ya Rûsya bigrin. Von der Leyen got ku petrola Rûsya jî di nav paketê de ye û weha dewam kir:

“Rûsya ji bo mesrefa şer bide, kara ku ji petrola fosîlan bi dest dixe bikartîne.”

Borrell jî ragihand ku lîsta kes û dezgeyên ku wê dorpêçan deynin ser wan fireh kirine. Lîste ji wan kes û dezgeyan çêkiriye ku destê wan di desteka îşxal û îlhaqa Ûkrayna de hene. Di nav wan de di asta bilind de berpirsên leşkerî, kesên biryar didin, hinek olîgark û hinek kesên propoganda dikin hene.