PeyamaKurd- Bi tohmeta jehrîkirina 2 rojnamevanên Rus ên muxalif, li ser konferanseke ku li Almanyayê de hatibû çêkirin, lêpirsîn hat destpêkirin.
Li gorî nûçeyên di medyaya Alman de hatin weşandin, di navbera 29 û 30 Nîsanê de li Berlînê konferanseke ku karsazê Rus Mikhail Xodorkovsky axaftvan bû hat çêkirin û Seroka weqifa wê Natalia Arno û jineke din a rojnamevan bi nîşanên jehrîbûnê çûn nexweşxaneyê.
Li ser nûçeya portala nûçeyan a Rusî Agentstvo, hat ragihandin ku 2 jinên rojnamevan bi gaza demarî jehrî bûne û ev yek gumanbar e.
Dema ku Arno vegeriya Amerîkayê, di ser hesabê wê yê medyaya civakî re hat hînbûn ku lêpirsîn ji aliyê Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ve hatiye vekirin.
Lê belê hat destnîşankirin ku rayedarên Amerîkayê, lêkolînên xwe yên ji bo 2 jin beriya konferansa Berlînê bi jehrê ketine didomînin.
Hat destnîşankirin ku polîsên Alman jî lêkolîn piştrast kirine, lê ji dayîna hûrguliyan dûr ketine.