image

PeyamaKurd- Ji aliyê Serdozgeriya Federal a Almanyayê ve hat ragihandin ku hin efserên leşkerî û siyasî, bi tometa hewila derbeyê û avakirina dewletekê li gor Împaratoriya Alman a 1871ê, hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên ku ji aliyê çapemeniya Almanyayê ve hatin ragihandin, îro li seranserê Almanyayê operasyon hatine lidarxistin û 25 kes hatin desteserkirin. Serdozgeriyê da zanîn ku ji bo ku pergala makezagonî ya Komara Federal a Almanyayê ji holê rabike û li gorî Împaratoriya Alman a 1871ê dewletekê ava bike, gumanbaran bi avakirina rêxistina terorê sûcdar dike.

Hat diyarkirin ku li 130 xalên 11 eyaletan, bi tometa endam û alîgirên rêxistina terorê ne, biryara desteserkirina 52 kesan hatiye dayîn.

Hat zanîn ku 3 kesên ku di nav wan de welatiyekî Rus jî heye, bi hinceta piştgiriyê dane rêxistinê, tên tawanbarkirin. 

Her wiha ji aliyê Serdozgeriyê ve jî hat diyarkirin ku "gumanbar dizanin ku armancên wan tenê bi rêyên leşkerî û bikaranîna hêzê pêk tên ."