image

PeyamaKurd - Şaredarê paytexta Rûsya Moskowayê sergey Sobyanin ragihand ku hejmarek balafirên bêmirov (drone gelek avahiyên li Moskowê bombebaran kirine.

Sergey Sobyanin daye xuyakirin ku ev êrîşa duyemîn a bi dronan e ku li dijî Moskowê tê kirin û got, ”Di encama êrîşê de zirarên biçûk li gelek avahiyan çêbûne lê birîndarî çênebûne.”

Li aliyê din parêzgerê Moskowê Andrey Vorobyov jî gotiye, gelek balafirên bêmirov dema nêzî Moskovê bûn, hatine xistin.

Medya fermî ya rûsî Russia Today (RT) derbarê êrîşa bi dronanan de daye xuyakirin ku 13 drone ji aliyê sîstema parastina asîmanî ve hatine xistin.

Derbarê vê êrîşê de Ukraynayê ti daxuyanî nedaye. Rûsyayê beriya niha jî ragihandibû ku 2 balafirên bêmirov destpêka meha Gulanê avahiya Kremlînê bombebaran kirine.