image

PeyamaKurd – Li Parîsa Fransayê bi hezarî kes reforma xaneşîniyê protesto kirin. Berya protestoyê, polîs 14 kesî xist binçav. Çalakvan avêtin ser navenda Leystikên Olîmpiyadê ya 2024 ya Parîsê. Bi biryara sendîkayan an ku bi banga wan li seranserê Fransayê karkerên sektorên perwerdê, enerjî, gihandinê ketin grevê. Hinek îstasyonên metroyan hatin girtin.

Dewletê ji bo tedbîra asayîşê li Parîsê 4 hezar û li seranserê Fransayê 11 hezar polîsan wezîfedar kir. Çalakî seet di 14.00an de destpêkir û heya 19.00an dewam kir. Di protestoyan de di çûnûhatina trênan de kêmasî çêbû û seferên balafirxana Paris-Orlyê ji 1/3 yê wan betal bû.

Sedema grevê ew ku desthilata Macron temenên xaneşîniyê ji 62an derxistibû 64an.