image

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê li bajarê Ramhurmuzê di zîndanê de serehildan derket. Hat ragihandin ku di zîndanê de şewat derketiye û dengê çekan hatiye. Li heman eyaletê çalakiyên preotestoyê jî hatine kirin.

Li, gor ragihandina ajansa Mêhrê ya nîv fermî ya Îranê, ji ber ku di zîndana Ramhurmuzê de girtiyekî bi cezayê îdamê hatiye mehkûmkirin, piştî mehkûmiyetê hinek girtî di zîndanê de serî hildane.

Li eyaletê di 30ê Êlûna sala 2022an de di xwepêşandanan de bi dehan kes miribûn û di salvegera ‘Îna bi Xwîn’ de xwepêşandan hatin kirin.

Çavkaniyên muxalifên Îranê dibêjin di wexta tevgeran de hêzên ewlehiyê çekan bikaranîne û hinek çalakvan birîndar bûne. Di dîmenên li ser medyayê de tê dîtin ku dengên çekan tê û hinek kes li ser sedeyeyan dibin nexweşxanan an ciyekî din.