image

PeyamaKurd – Hejmarek siyasetmedarên Îranê bi sedema ku dema hilbijartinên serokomariyê sozên bo sûniyên îranê dane bicih neanîne doz li Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî vekirin.

Li gorî medya Îranê komek siyasetmedar bi sedema ku Rûhanî sozên dema hilbijartinê ji bo welatiyên sûnî bicih neanîne giliyê wî li Saziya Bilind a Darazê kirin.

Hat zanîn parlamentarê berê yê Merîwanê Abdullah Sohrabî ji rojnameya reformîstan Îtimadê de ragihandiye ku Serokomarê Îranê Hesen Rûhanê sozên di hilbijartinên 2013 û 2017an de bo sûniyan dane bicih neanîne û ji ber wê jî giliyê wî li saziya darazê hatiye kirin.

Sohrabî herwiha daye zanîn ku wan nameyeke ji 10 bendan wê demê daye Rûhanî, lê Rûhanî ti sozên ku ji bo rakirina cûdaxwaziya li ser mezheban û qewman bicih neanîye.

Herwiha bibîr xist ku wan di çarçoveya madeya 34 a destûrê de giliyê Rûhanî li Saziya Bilind a Darazê kiriye.