image

PeyamaKurd Hikûmeta Iraqê, ji bo rê li ber Koronayê bigre, do roja Sêşemê qedexeya giştî ya çûnûhatinê ya heta 10 rojan ragihand.

Hikûmeta Iraqê, piştî kabîneyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir, wê ji 12ê mehê heta 22ê mehê qedexeya giştî ya çûnûhatinê were sepandin li hemû parêzgehan.

Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî destnîşan kir, ji ber belavbûna nexweşiya Koronayê, wan ew biryara giştî ya qedexeya giştî ragihandiye.

Heta niha li seranserî Iraqê 15 hezar û 566 kes bi Koronayê can dane û 1 milyon û 79 hezar ke jî, bi Koronayê ketine. Herwiha do roja Sêşemê jî, 6 hezar û 143 kesên din bi Koronayê ketibûn.