image

Li herêma Chilgokê ya Koreya Başûr balafireke şer ket.

Hêzên Hewayî yên Koreya Başûr di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku balafireke şer ya tîpê F-15K ya ‘eydê hêzên hewayî, li başûrê welêt li çiyayekî qelibiye û ketiye.

Hat ragihandin ku rewşa her du pîlotên balafirê ne zelal e û ji bo wan lêgerîn hatine destpêkirin.