image

PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Konyayê li navçeya Meramê li taxa Hasankoyê êrîşê ser malekî kirin, di encamê de ji heman malbatê 7 kesan kuştin û agir bi malê xistin. Tîmên îtfaiyê agir vemirandin û nasnameya kesên kuştî derket holê.

Kesên di hundir de hatine kuştin; Yaşar Dedeoğlu, Barış Dedeoğlu, Serpil Dedeoğlu, Serap Dedeoğlu, İpek Dedeoğlu, Metin Dedeoğlu û Sibel Dedeoğlu ne.

Polîs li ser bûyerê îfadeyên cîranan girt û bo kesên kuştinê kirine dest bi xebatê kirin.

Heya niha kujer kî ne nehat ragihandin lê dibe di destê polîs de delîl hebin. Lê malbat berê ragihandiye ku ew ji bajarê Qersê çûne Meramê û faşîstan berê êrîşê wan kiriye û ji malbatê 5 kesan birîndar kirine. 12 sale ku malbat dikeve ber êrîşa MHP ê û malbat bi xwe malbatekî Kurd e.