image

Mînibûseke rêwişan ku ji Enqereyê derbasî Meraşê dibû li ser rêya Meraş û Qeyseriyê li qemyonekî ket.

Di encama qezaya diltezîn de pêşiya minîbûsa rêwiyan bi temamî hilweşiya, 8 hemwelatî jiyana xwe ji dest da û 8 jî birîndar bûn.

Gelek ambûlans derbasî cihê bûyerê bûn, birîndaran rakirin nexweşxaneyên nêzî bûyerê.