
PeyamaKurd – Li nêzîkî Girava Kefalonia, 56 koçber ji aliyê polîsên Çavdêriya Peravên Yunanistanê hatin rizgarkirin.
Polîsên Çavdêriya Peravên Yunanistanê roja Duşemê 2ê Cotmeha 2022an bi daxuyaniyekê diyar kirin, li nêzîkî peravên Girava Kefalonia yê li rojavayê Yunanistanê belemeke koçberan dîtine ku 56 koçber tê de bûne.
Herwiha hat eşkerekirin, di destpêkê de koçberan alîkarî red kirine lê “pişt re dema bû şev û hewa ber bi xerabiyê ve çû, ew jî razî bûne” ku ji aliyê keştiya Yunanistanê ve bên rizgarkirin.
Polîsan dan zanîn, koçber ber bi Bendera Igoumenitsa ya li bakurê rojavayê Yunanistanê hatine veguhestin, lê heta niha tu zanyarî li ser nasnameya koçberan nehatiye belavkirin.
Li gor çend dîmenên vîdeoyî, koçber jin, zarok, kesên bi temen û kêmendam jî ligel wan in û ji belemê ji bo nav keştiyê tên veguhestin.