image

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li paytexta Fransa Parîsê kesekî êrîşeke bi kêrê li ser xelkê li benda metroyû bûn kiriye û kesekî can daye, 2 kes jî birîndar bûne.

Polîsê Fransayê ragihandiye ku bûyer li nêzîkî rawestgeha metroya Bîr Hakeîm a Parîsê rû daye û êrîşkarê 1997an hatiye dinê, bi kêran êrîşî rêwiyan kiriye.

Herwiha hate gotin ku êrîşkar di qeydên îstîxbaratê de wekî kesekî “xwedî meyla radîkal” hatiye tomarkirin.

Wezîrê Navxwe yê Fransayê Gerald Darmanin jî ragihand, êrîşkar tekbîr aniye û ji polîsan re gotiye ku ew “ji kuştina Misilmanên lAfganistan û Filistînê bêzar bûye.”

Serdozgeriya Parîsê li ser vê êrîşê, bi hinceta “kuştin” û “hewldana kuştinê” lêpirsîn da destpêkirin.