image

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Îsraîlê ragihand ku keştiyeke bazirganiyê ya Îsraîlê li peravên Umanê li Derya Erebî bûye armanca êrîşekê.

Wezareta Berevaniya Îsraîlê îro Înê ragihand ku keştiyeke bazirganî ya bi ser Îsraîlê ve li hember peravên Mîrgeha Umanê li Derya Erebî bûye armanca êrîşê.

Li aliyê din Wezareta Berevaniya Brîtanyayê jî ragihandiye ku keştiyeke bazirganiya Îsraîlê li Derya Erebî rastî êrîşê hatiye.

Hat diyarkirin ku êrîş li bakurê rojhilatê girava Mesîre ya Umanê pêk hatiye û derbarê ziyanê de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.