image

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku ji çapemeniya Rusyayê hatin ragihandin, li herêma Tula ya li başûrê Moskowa paytexta Rusyayê teqîn çêbû.

Li gorî nûçeya ku ajansên nûçeyan ên Rusyayê ser bi rayedarên herêmî ve ne hatin ragihandin, di encama teqîna li bajarê Kireyevskê de ku heta niha sedema wê nayê zanîn, 2 kes birîndar bûne.

Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku li gorî saeta herêmî saet 15:19an de li kolaneke bajêr teqînek çêbû hat û li erdê çal çêbû. Hat ragihandin ku 3 avahiyên apartmanan û hin embaran zirar dîtin.

Li gorî agahiyên ku ji qada emnî hatin ragihandin, li bajarê ku 220 kîlometre dûrî Moskowê ye, lêkolînên di derbarê sedema teqînê de berdewam dikin.