image

PeyamaKurd –  Li Viyena ya paytexta Nemsayê, îro ji bo Washingtonê razî vegera nav rêkeftinê bikin û Tehranê jî han bidin, da ku bi tevahî pabendiyê rêkeftinê bibe, Almanya, Brîtanya, Rûsya, Çîn û Fransa bi Îranê re rasterast û bi Amrerîkayê re bi awayekî nerasterast civînekê li dar dixin.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell, di dema civîna welatên G20 de diyar kir, gotûbêj hêdî û zehmet birêve diçin, lê hêj ew ji danûstandinan bêhêvî nebûne.

Josep Borrell da zanîn: “Derfet li ba min hebû, da ku bi hevkarên xwe re behsa gotûbêjên rêkeftina atomî ya Îranê bikim. Me bi wezîr Blinken re, behsa rewşa wan gotûbêjan kir ku zehmet in, lê berdewam in. Roja înê, gereke din a wan gotûbêjan destpê dike.”

Ev di demekê de ye ku hefteyekê berî niha, Jake Sullîvan, Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî ya Amerîkayê amaje bi wê yekê da, ku ne diyar e tu encameke gotûbêjan hebe yan na.