image

PeyamaKurd – Çavê hemû dewletên dinyayê li ser Tûnisê ye. Li gor ajansa Reutersê di nav 10 salên dawiyê de krîza herî mezin lê heye.

Li Tûnisê serokwezîr ji ser kar hatibû derxistin û karê meclisê hatibû rawestandin. Serokkomarê Tûnisê Qeys Seîd serokwezîr Hişam el Meşîşî ji wezîfa wî ya serokwezîrtiyê girt û bi destekvanên xwe sendîkavan, karsaz û hûqûqzanan re ber destê êvarê li Qesra Kartacayê civîn kir. Seîd kiryarên xwe parast û got:

“Me meclisê heya mehekî da rawestandin. Kesên dibêjin ev derbeye bila li dersên hûqûqê binêrin. Em ne derbekarin lê em Tûnisê danaynin ser sofra ti kesî. Mi hûqûqê xwend û da xwendin. Ez zanim derbe çiye. Derbe derketina derveyê hûqûqêye. Min destûrê cîhbicîh anî. Min telefona serokê meclisê kir û got ku ez ê xala 80 bikarbînim.”

Li ber parlementoya Tûnisê gelek leşker hene. Ajansa Amerikan ya Associated Press (AP) wêneyên leşkeran li seranserê dinyayê belav kir. Parlementer nikaribûn bikevin meclisê ji ber heya mehekî dê nexebite.

Roja duşemê êvarê li seranserê Tûnisê qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qeys Seîd ragihand ku dê qedexe heya mehekî dewam bike û êvarê ji 19.00 heya 06.00 ê sibê dewam bike. Qedexe ne bo xebatkarên tenduristiyê û xebatkarên şevêye.

Îmarat û Erebistan piştevaniya Seîd dikin. Koşka Sipî ji devê berdevkê xwe Jen Psakî ragihand ku ji rewşa Tûnisê bi endîşe ne û bi lîderên Tûnisê re di nav têkiliyan de ne. Wezîr Blinken bi rêya telefonê bi Saîd re axifî. Blinken wesiyeta dewama demokrasiyê lê kiriye.