PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkiya Hikûmeta Macarîstanê ve hat ragihandin ku rexneyên Swêdê yên li Macarîstanê di navbera herdu welatan de pirsgirêkan derdixe.
Berdevkê hikûmetê Zoltan Kovacs li ser mijarê, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber rexneyên Sêwêdê, dibe ku erêkirina Macarîstanê ya endamtiya Swêdê ya NATOyê dereng bikeve.
Kovacs di daxuyaniya xwe de got, “Dema ku em fikarên xwe yên li ser qebûlkirina Swêdê ya NATOyê û gilî û gazincên domdar jî di nav de sûcdariyên dîplomatîk, kêmbûna xem û hurmetê tînin zimên, em bi dijwariyan re rû bi rû dimînin. Girtina ferqê dê ji herdu aliyan ve hewilên girîng hewce bike.”
Piştî nerazîbûnên bi mehan, parlamentoya Macaristanê roja duşemê qanûnek pejirand ku endamtiya Finlandiyayê di NATOyê de piştrast dike. Lê belê pêşnûmeya qanûna endametiya Swêdê ya NATOyê, li parlamentoyê ye.
Swêd û Finlandiyayê piştî êrîşa Rusyayê ya li ser Ukraynayê, sala borî serlêdana endamtiya NATOyê kiribûn û ji bo ku herdu welat bibin endamên NATOyê, erêkirina Macarîstan û Tirkiyeyê pêwîst e.