
PeyamaKurd: Serokê Fransayê Macron ji Putin re got ku divê bo dawî li şerê Sûriyê bînin û pêşî ji bo çareseriyê li pirsgirêkên siyasî vekin, hêza xwe bikarbîne.
Ragihandin ji Qesra Elysee ya Parîsê hatkirin. Macron li ser çareserkirina mijara Sûriyê, di rêya axatina bi telefonê de ji Putin re got. Beyana ji Qesra Elysee weha ye:
“Serokkomar Macron balê kişand ser parastina xelkê sîvîl û di van demên dawiyê de ku şerê leşkerî zêde bûye, bo dawiyê li wan bîne, bi zelalî ji Putin re got da erka xwe bikarbîne.”
Fransa her weha ragihand ku pêwendiyên bi rêk û pêk di navbera Fransa û Sûriyê de divê dewam bike û ev, wê bibe sedema avakirina bingeheka çareseriyê li Sûriyê.