image

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bi şandeyeke Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re civiya.

Di civînê de Hevserokê Partiya Yekîrtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim jî amade bû.

Mazlûm Ebdî û rûsipiyên beşdar pêşhatên siyasî û leşkerî li navçeyê gotûbêj kirin.

Herwiha di wê civînê de êrişên hêzên Tirkiyeyê li navçeyên Rêveberiya Xweser û bandora şerê Xezeyê hat gotûbêjkirin.

Di heman demê de Mazlûm Ebdî û şandeya Encûmena Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hevr e behsa rewşa îdarî û xizmetguarî ya navçeyê kirin.

Wan bi taybetî jî zererên ku gihiştine jêrxaneya herêmê û wêstgehên av, elektrîk û bîrên petrolê nirxandin.