image

PeyamaKurd – Bi sedema salvegera biryara Neteweyên Hevgirtî ya 5 nîsan 1991 û jimare 688 bernameyekî online hat amadekirin û koordînatorê Amerîkayê yê bo Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr Brett McGurk tevlî bernamê bû û got dê rêvebiriya Washingtonê desteka xwe ya xurt bo Kurdan dewam bike û her weha ragihand ku di rêvebiriya Amerîkayê ya bi serpereştiya Biden de gelek dostên we Kurda hene.

Di bernameyê de serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdar bû de, dîplomatê Amerîkayê Brett McGurk got ku divê herêma bi ewle bo siyaseta derve modelekî be û rêvebiriya Biden jî di heman baweriyê de ye.

McGurk bi fermana Biden hatiye ser wezîfê û ragihand ku ew bi tevlîbûna benamê gelek serbilinde û weha got:

“Di rêvebiriya Biden de gelek dostên we Kurdan hene. Em di rêya vîdeokonferansê de gelek axifîn û hêvî dikim piştî Covid-19 biqede, em karibin rû bi rû hev bibînin.”

McGurk ê diplomat ragihand ku Biden dosteki nêz yê Kurdaye û di têkiliya bi Kurdan re xwediyê tecrubeyekî mezine û weha dewam kir:
“Li ser navê serok Biden dixwazim bêjim Amerîka wê desteka xwe bo xelkê Herêma Kurdistanê û hukumeta Kurdistanê dewam bike. Kesên ku Herêma Kurdistanê kirine herêmekî aştiyane, em bo wan rêz digrin.

Heya Kurd bûn xwedî herêma bi ewle gelek eziyet kişandin. Cesareta we Kurdan, di halê herî zor de her wext bûye ciyê serbilindiyê. 30 sal bi şûnde ciyê şanaziyê ye ku Herêma Kurdistanê bûye herêma aştiyane. Li ser navê Biden ez serbilindim ku em dost û hevkarên we ne. Ez ê bendebim heya we kit e kit û rû bi rû we bibînim.”