image

PeyamaKurd – Serokê Konseya Ewlekariya Netewî ya Rûsyayê Dimitri Medvedev, li ser birayara desteserkirina Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a Dadgeha Cezayê ya Navnetewî daxuyanî da.

 Medvedev, got ku heger Pûtîn li welatekî biyanî bê girtin, wê ev ji bo Moskowê were wateya ragihandina şer.

Di daxuyaniya xwe de Medvedev dibêjea; "Em bêjin ku ev tişta qet nabe, pêk hat. Em bibêjin ku serokê hêza nukleerî çû Almanyayê û li wir hat girtin. Dê çi bibûya? Ev dê bihata wateya ragihandina şer li dijî Federasyona Rûsyayê”.

Herwiha Medvedev di rewşeke wiha de gefa êrîşkirina ser avahiya parlamentoya Almanya û ofîsa serokwezîrtiya Almanyaya Federal jî xwar.