image

PeyamaKurd – Berdevkê İYİ partiyê û hem serşêwirmendê seroka partiyê Kürşad Zorlu di civîna çapemeniyê de ragihand ku Meral Akşener dixwaze bi serokê Sûriyê Beşer Esed re hevdîrin bike. Zorlu got ku ji bo hevdîtinê wê seredana wezareta karên derve ya Tirkiyê bikin û di hevdîtinê de wê li ser 4 xalan biaxifin. Zorlu weha got:

“Seroka me ya giştî banga çareseriyê û lihevkirinê wê di rêya fermî de, di ser wezareta karên derve de bike û me biryara xwe wisa da.

Em wek partiya İYİ partiyê dixwazin îro bangekî girîng bikin. Pêvajoya nav Sûriyê pêvajoyeka gelek dirêje. Ji sala 2011an û heya niha gavên kêm û şaş, berlêgirtina korîdora terorê, mêzêna li sehayê, me di sehayekî bi endîşe re rû bi rû dihêlin. Em endîşe dikin ku di herêmê de Rûsya û Amerîka xwe bicîh kirine û sanaryoyekî parve dikin. Dixwazin di navbera YPG/PKK û rejîma Sûriyê de Tirkiyê bikarbînin. Em ji vê rewşê bi endîşe ne.

Ev rewş me bi du problemên girîng re rû bi rû dihêle: Yek jê çareseriya korîdora terorê ye. Ya dinê jî problema koçberaye ku welatê me nema tehemmula wê dike û hemwelatiyên me dixe nav endîşê. Divê tedbîra van her duyan bên sitendin û çareser bibin. Nabe yek ji van bibe alavên hilbijartinê. Em ê li hemberê vê têgihiştinê jî rawestin.

Seroka partiya me di 5 ê berfanbara sala 2020an de ji kursiyê mesclisê gotibû ku ew amade ye ji bo çareseriya mijarê bi serokê Sûriyê Beşer Esed re hevdîtin bike. 4 mijarên ku emli serê dixwazin biaxifin ev in:

-Sûriyêyiyên ku mecbûr mane welatê xwe terk bikin, ji bo dagerin welatê xwe, desteka alîkariya aborî, civakî û ewlehiyê bidin wan.

-Stratejiyekî hevpar deynin ortê da yekîtiya axa Sûriyê bê parastin û ji bo wê dawî li xebatên PKK/YPG ê bînin.

-Ji bo ji nûh de Sûriyê ava bikin û Sûriye dagere nav civaka navdewletî desteka dîplomatîk bidin Sûriyê.

-Ji bilî PKK/YPG ê hevkariya têkoşîna bi rêxistinên din re jî bikin û stratejiyekî hevpar deynin ortê.

Em dixwazin vê nivîsa xwe ya nivîskî sibê an roja duşemê bigihînin wezaretê. Em van pirsgirêkan di ser partiyan de dibînin û em bawerin ku vê pêvajoyê di leha milletê xwe bidawî bikin.”